1. larvayê beqan ên di nav avgenîyan da ne.. |
|
16.12.2016 01:32 |
bûtîmar
|
2. (bnr: çêlîkên beqan) |
|
16.12.2016 01:42 |
gumgumok
|
3. bi kurtasî jê re kerrik jî tê gotin. |
|
16.12.2016 12:44 |
bayesar
|
4. li cizîrê ji bo fêkî û sebzeyên hêj baş çênebûyîn, negihayîn dibêjin kerrik. wek bacanên kerrik, hejîrên kerrik. bawerim ev bêjeya masiyê kerrik ku jo bo larvayên beqan dibêjin jî ji ber hêj baş negihabûna beqan tê bikaranîn. |
|
17.12.2016 00:04 |
endazer
|
6. Yek ji biwêja kurdan ya biwateye. Ku dû peyvekî "ya kera" ku hat divê mirov bizanibê tiştekî bêqîmete û kêrnehatî ye. Mînak tirşo kêr tê lê tirşoya kera kêr nay û nay xwarinê. Her wiha firinigiyên piçûk hene dibêjin firingiyên kera çiyayan da mîna firingiyane lê bêtahmin û bes bizin dixwin. Ji bo mirovan jî tê gotin sofî,xwedî ilme û mirovê zana ye. Sofiyê kera jî karê wî virr û derewin exlebê wan sofiyan mirovan dixapînin. Ku em ser mijara xwe jî biaxifin masiyên kera gelek wextan rojên germ yên havînan da golegeniyan da dijîn. Dişibine masiyan da lê bi laşên xwe gelek piçûkin nayên xwarine. Kêr nayên.. |
|
18.12.2016 01:24 |
qertewîn04
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |